Anasayfa » Kürtçe Radyolar » KurdFM Canlı Dinle

KurdFM Canlı Dinle

KurdFM Canlı Dinle

Kurtejiyana KurdFM

11.02.2010 ê KurdFM li ser torê dest bi weşana xwe kir. KurdFM bi rengê bernameyên ceribandinê, lê ji roja yekem de bi şev û roj, 24 demhijmêran weşana xwe da destpêkirin û di demekî kin de xwe gihande bi hezaran gûhdarên Kurd yên çardorê cîhanê.

KurdFM wekî radyoyekî azad, serbixwe lê bi her rengî di bin xizmeta kar û xebatên gelê Kurd û Kurdewarî de weşana xwe meşand. Her ku dem bihûrî radyo KurdFm bêhtir hate nasîn û deng veda. Di meha Hezîrana 2010 ê de KurdFM bernameya xwe an jî pêhatina xwe ya ji bo Iphonê Appa yekem ya Kurdî bi navê KurdFM da çêkirin û 14.06.2010 ê Appa yekem an jî bernameya yekem ya Kurdî kete ser App Store de. Piştî ku KurdFM kete ser iphone,ipod û piştre jî ipad ê de êdî li her deverê cîhanê gûdarkirina KurdFM hesantir bû. Ji California ya Emerîka hetanî bi Cînê û hemî deverên dîtir yên cîhanê êdî herkesî dikarî bi rêka Iphone gûh bide KurdFM û di bernama ceribandinê de gûh bide muzîka Kurdî. Di nava çend mehan de nêzîkî 11 hezar kesî bernameya KurdFM daxiste ser telefonên xwe yên desta.

Di demekî kin de çapemenî û ragihandina Kurdî jî bi vê yekê hesiya. Nûçeya yekem derveyî malperên KurdFM ê bixwe, ji aliyê nivîskarê Kurd Evdile Koçer ve hate amadekirin. Evdile Koçer gûh dabû KurdFM û di radyo de dengê keçika Kurd ya ku nû 6 salê xwe qedandibûn gûdar kiribû. Keçika Kurd Liyan wekî Dj ya KurdFM ragihandinên KurdFM dixwendin. Ev yek bala Nivîskarê Kurd kişandibû û, Evdile Koçer nûçeyek li ser DJ Liyan çêkir û di Kovara heftename ya Rûdawê de weşand.

Piştî hingî KurdFM xwe li Elmanya wekî merqeyekî tomar kir. Û li Elmanya bû Merqe. Di heman demê de dîsan bi rêka birêz Evdile Koçer, nûçeyek li ser nepejirandina tirkan ya merqebûna KurdFM dîsan di rûdwê de hate weşandin. Nûçeya di rûdawê de, di malpera rudaw.net ê de jî  16.09.2010 hate weşandin.

Piştî vêya di Firatnews ê de herçend bi tirkî jî be û hindekî tevlîhev jî be nûçeyek li ser KurdFM ê derket. Piştî vê nûçeyê jî gûdarên KurdFM ji berê gelek zêdetir bûn. nûçeya Firatnews.com 23.Cotmeh.2010 ê hate weşandin.

KurdFM her dem bihûrî pêşve çû û xwe bi gelik karên dîtir ve bihêztir kir. Bêgûman ji ber ku radyoyekî azad e û bi derfetên kesane ve xwe ava kiribû, bêhtir di karê xwe de pêş ket û mezin bû.

KurdFM dest bi karên organîze û birêkxistina konseran jî kir. Di dawiya sala 2010 ê de KurdFM amadekiyê koserekî mezin kir. Ji bo vê yekê gelik reklam dane gelik alavên çapê û weşanê. Şeva sersalê konsera yekem ya KurdFM hate lidarxistin.

Piştî sersalê êdî KurdFM jî wekî karekî Hêvî Group-Koma hêvî ya Kurdewarî hate ragihandin. Ji ber ku Hêvî Group 20.01.2011 ava bû.

KurdFM studioya xwe ava kir û qedand û ji bo bernameyên zindî dest bi xebatê kir. Xebatkarên xwe jî her roj zêdetir dibûn û zêdetir dibin.

KurdFM ji bo xebatekî weşanê ya li ser frekansê jî hewil dide.

Sonraki
Önceki


Yorumlar (12)

  1. Zarife Eroğlu diyor ki:

    süper bır radyo emegı gecenlerın ellrıne saglık yenı yılda mutluluk huzur barıs temınlgyle basarılar dıllerım

  2. Barış Avcıkaya diyor ki:

    tüm kürt halkının 2014 yılını kutlar sağlıklı yıllar dilerim

  3. Selam Akin diyor ki:

    yüreyim sizinele kardeşelr yoldaşlar

  4. Serkan Krtcb diyor ki:

    süper her biji zımane kurdi

  5. Ibrahim Kaya diyor ki:

    radyo pır xeşe spas jı bona gele kurt

  6. Serkan Mak diyor ki:

    Herbiji azadi

  7. Mesut Yılmaz diyor ki:

    can zımane kurdi ça rındee

  8. Huner Inal diyor ki:

    radyomuz 1 numara

  9. Mehmet Şirin diyor ki:

    Her sabah hayat dolu bir bahar gibi tezahür bizim derinliklerinden bizi iten bir enerji ile, coşku ile, sevinç ile … uyanmak için bir davettir.

    Roj baş hevalno

  10. Serhat Batmani diyor ki:

    Emeğinize sağlık gelek sipas

  11. Şefik Balka diyor ki:

    aram tigran dan ey dilbere çalar mısınız tşk

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Şu HTML etiketlerini ve özelliklerini kullanabilirsiniz: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>